Brezîlya..Rojane bi meznahiya 3,000 qadên futbolê daristanên Amazon hatine tinekirin

Di sala 2022’an de, li Brezîlya rojane bi qasî 3 hezar qadên futbolê daristanên li Amazonê hatine tinekirin.
Ev tinekirin jî niha rewşa li cîhanê nîşan dide.

Bi zindîbûna xwe jiyanê diparêze.

Ev daristanên kes rola pişika cîhanê dileyîze.

Lê çavbirçîbûn û wêrankeriya mirovan vê yekê jî tine dike.

Bi gotineke din bi destê xwe mala xwe xera dikin.

Enstîtuya Mirov û Jîngehê ya Amazonê li ser rewşa daristanên Amazonê daxuyaniyek da.

Enstûtuyê da xuyakirin ku di sala 2022’an de li Amazonê birîna daristanan zêdetir bûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku par li qada daristanê ku rojane bi qasî 3 hezar qadên futbolê ye dar hatine birîn û tunekirin.

Di Kanûna 2022’an de, 287 kîlometre çargoşe qada daristanê hatiye tinekirin.

Ev dane li gorî sala 2021’an ji sedî 105 zêdetir bûye.

Pişika Cîhanê tê tinekirin

Daristana baranê ya Amazonê ku jê re “Pîşika Cîhanê” tê gotin, ji sedî 20 oksîjena li cîhanê diafirîne.

Her sal rê li berdana zêdetirî 1 milyar ton karbona atmosferê digire.

Ji sedî 10’ê cureyên lawir û keskahiyên li cîhanê li Amazonanin.

Di heman demê de bêtirî 400 eşîrên xwecihî yên ku li heşt welatên cuda yên Amerîkaya Başûr lê dimînin.

Back to top button