Li Perû xwepêşandêr ji bo kontrolkirina Lîma daketin qadan

Perû..Di xwepêşandanên weke “kontrolkirina Lîma” tê binavkirin de, pevçûn derketin.
Di demekê ku polîsan bi gaza rondikrêj êrişî xwepêşandêran kir de, wan jî bi keviran bersiv da.
Ji ber pevçûnên derketin qada navdar ya paytextê şewitî.

Li Perû ji despêka Kanûna 2022’an ve rewş wiha ye.

Doh ji çar aliyên welat gel li paytext Lîma li hev civiyan.

Qada navdar ya lîmayê şewîtî

Di meşa ku li paytextê hate kirin de, daxwaza îstifakirina Serokdewlet Dina Boluarte û lidarxistina hilbijartinên pêşwext hate kirin.

Di nava polîs û xwepêşandêran de pevçûn

Li gorî The Guardian, dema ku xwepêşanderan dirûşmên “Kujer Dîna, gel ji we nefret dike” li Meydana San Martín a Lîmayê digotin de, pankartên ku Boluarte di nav xwînê de nîşan dide hatin vekirin.

Boluarte di axaftina xwe ya dereng de diyar kir ku polîsan xwepêşandan xistine bin kontrolê û wiha got:

“Wê vandalîzm bêceza neyê hiştin.

Ev ne meşeke aştiyane bû.”

Armanca wan têkbirina hiqûqê, çêkirina kaos û desteserkirina desthilatdariyê ye.”

Hate îdiakirin ku plana êrîşa li ser her sê balafirxaneyên herêmê tê kirin.

Boluarte bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Bila ez ji gelê Perûyê re, ji kesên ku hewl didin bi awayekî aştiyane biçin karê xwe û ji kesên ku protesto dikin re bêjim:

Ez ê qet dudilî nekim ku banga diyaloga baş bikim, ji wan re bêjim ku em ji bo welatê xwe dixebitin.”

Li gorî Ofîsa Ombudsman a Perûyê, di xwepêşandanan de kesek hat kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanan de heta niha zêdetirî 53 kes mirine.

Li Perû çi bû?

Serokê berê yê Perû Castillo di 7’ê Kanûnê de ji aliyê Kongreyê ve ji kar hat dûrxistin.

Ev yek piştî Casltillo biryar da ku Kongre betal bike û rewşa awerte ragihîne pêk hat.

Castillo dema ku hewl dida xwe li Balyozxaneya Meksîkayê bigire hat binçavkirin.

Di heman demê de cîgira wî, Dina Boluarte, 8’ê Kanûnê weke seroka nû ya welêt sond xwar.

Ji ber xwepêşandanên ku piştî Castîllo şandin girtîgehê, di 14’ê Kanûnê de Rewşa Awarte hatibû ragihandin.

Castillo ku ewil 7 roj hat binçavkirin, di 16’ê Kanûnê de ji ber xetereya revê 18 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Back to top button