Salvegera 5. a êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê

20’ê Çile ya 2018’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya hêzên navnetewî êrişên dagirkeriyê li dijî Efrînê dan destpêkirin..
Di nava 4 salên derbasbuyî de dagirkeran li Efrînê hemû hovîtî û sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn.
Dewleta dagirker û çeteyên xwe heta niha jî sûc û hovîtîya xwe didomînin lê cîhan tenê lê temaşe dike.

Efrîn, warê Zeytûnê, îro bûye navenda çete û terora deweleta Tirk a dagirker….

20`ê Çile, 2018`an bû, dewleta Tirk a dagirker bi balafiran dest bi êrişa li ser Efrînê kir..

Bi dehhezaran çete û leşker jî li ser sînor ku amade kiribû, xistin tevgerê.

Rûsyaya ku alîyê bazara li ser Efrînê ye, hêzên xwe ji herêmê vekşandin û ji dewleta Tirk re got fermo, tu dikarî qirkirina li Efrînê dest pê bikî.

Leşkerên Rûsî ku li baregeha li gundê Kefer Cenê bû, ji nişkê ve ji Efrînê derketin..

Di wê rojê de, 72 balafirên şer li ser herêma ku 2% ji xaka Sûriyê ye, bi awayekî komî herêm bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete seranserî bajar û navçe û gundên wê topbaran û bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker 6 hezar leşker û 25 hezar çeteyên xwe xistin tevgerê.

Di encama van êrişan de, bi sedan ciwan, jin, kal û zarok bûn armanc da ku koçberiya komî pêk were.

Lê tevî hemû êrişan jî, gelê Efrîn û şervanên wê 58 rojan berxwedaniyeke mezin nîşan dan..

Navê vê berxwedanê jî bû “Berxwedana Serdemê”.

Ji roja 20 meha Çileya sala 2018’an heta roja meya îro dagirkerî û sûcên hov li Efrînê berdewam dike..

Her wiha li gorî bîlancoya rêxistina mafên mirovan a li Efrînê ya di nava van 5 salan de wiha ye:

Dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe bi van sûcan sînordar neman, lê belê dest bi guhertina demografiya Efrînê jî kirin.

Bi hezaran dar birîn û li şûna wan mêtingeh û barageh ava kirin.

Bi dehan cihên dîrokî yên Efrînê rûxandin û şûnewarên wê derbasî erdê Tirkiyê kirin.

  • 8644 welatî di nav de jin, zarok û temen mezin hene li Efrînê hatin revandin.
  • 663 kes di nav de 96 jin hatin kuştin.

Her wiha navên gelek gund û navçeyan guherandin.

Bîlancoya van binpêkirinan jî wiha ye:;

  • Navên gelek qad, navend, gund, navçe û dibistanan hatin guhertin û li şûna wê navên Osmanî hatin nivîsandin.
  • Neçarkirina şêniyan li ser bikaranîna nasnameya Tirkî.
  • Fêrbûna bi zimanê Tirkî li ser xwendekaran hat ferzkirin.
  • Guhertina rêyên sereke yên bajarê Efrînê da wekî bajarên Tikiyê xuya bike.
  • Rûxandin û diziya 59 cihên dîrokî.
  • Rûxandin û diziya 28 cihên olî yên gelek pêkhateyên li Efrînê.
  • Rûxandina gelek goristanan.
  • 367000 dar hatin birîn û 13500 dar û 12 hezar hêktar erdên çandiniyê û daristan hatin şewtandin.

Li hember van sûcên hovane jî Cîhanê tevî çavên xwe girtiye û ti aliyekî mirovî ne jî hiqûqî deng ji xwe nayne.

Berxwedana gelê Efrînê jî heya vê kêliyê di kampan de dewam dike û bi hêviya vegera li warê xwe di wan kampan de tevî zehmetiyên jiyanê dimînin.

Li dijî van êrişan, şêniyên Efrînê tevî hêzên xwe yên YPJ, YPG û QSD’ê destaneke dîrokî di berxwedana serdemê ya 58 rojan de, nivîsand.

Back to top button