LI ÇIYAYÊN QAZÊ, ÇALAKGER 19 ROJ IN LI BER XWE DIDIN

Li Çiyayên Qazê, çalakgerên ku 19 roj in li dijî komkujiya xwezayê li ber xwe didin, bi biryar in ku şirketên madenê gavan paş de bavêje.. Kesên ji bo Nobeta Av û Wijdanê, yên li van çiyayan mezin bûne û yên ji bo Heskîfê jî hatine, hene.

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li dijî komkujiya xwezaya Çiyayên Qazê dest pê kir, di roja 19’emîn de dewam dike.

Nobeta ku di 26’ê Tîrmehê de dest pê kir, ji gelek beşan mirov beşdarî nobetê dibin û çalakiyên cur be cur li dar dixin.

Di roja 5’emîn a nobetê de, çalakger li dijî komkujiya xwezayê, heya qada şirketa madenê ya Alamos Gold a Kanadayî meşî bûn.

Bi sedan kes ku ji çar aliyên Tirkiyê hatine, li qada gund bi awayekê sembolîk 8 gund ava kirine.

Çalakgerên li qada gund civiyan, li vê derê li dijî komkujiya xwezayê tiştên ku wê bikin nîqaş dikin.

Bi sedan kesên ku berê hev nas nedikirin, îro di nava piştevaniyê de ne, têkoşîna xwezayê bi hev re dimeşînin.

 

Leave a Reply

Back to top button