HELEB.. KARKERÊN PAQIJIYÊ DI VAN ROJAN DE LI SER PÊYAN IN

Piraniya civakê rojên cejnê dikin batlane û cejnê pîroz dikin. Lê karkerên paqijiyê karê xwe berdewam dikin û rojên cejnê kolanên taxan paqij dikin

80 kes ji her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, cejna wan ji yên din cudatir e.

Li gel ku tevahiya civakê di cejna Qurbanê de serdana hev dikin, karkerên paqijiyê bi paqijkirina kolanên taxan re mijûl dibin.

Di roja yekemîn a cejnê de karkerên paqijiyê kolanên taxê paqij kirin.

Karkerên paqijiyê 17 saetan bi awayekî nobedar kar dikin.

Karkerê paqijiyê yê bi navê Îsam Şêx Ehmed diyar kir ku karê wan kedekê dixwaze û nabe ev kar were paşguhkirin.

Ji ber ku encamên wê yên neyînî wê bandorê li civakê bike û bibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Ehmed bang li şêniyên taxê kir ku bi wan re hevkar bin da ku bajarê wan paqij û xweşik bibe.

Leave a Reply

Back to top button