PYD’ê salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li gelê herêmê pîroz kir

PYD’ê bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser li gelê herêmê pîroz kir.

21’ê Çileya 2014’an, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Cizîrê hat damezirandin.

Bi boneya salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser, PYD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PYD’ê anî ziman ku Rêveberiya Xweser wekî modela yekemîn a demokrasî li ser asta Sûriye ye û got:

Rêveberiya Xweser serkeftin û destkeftiya herî girîng a Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ye.

Her wiha gaveke şoreşgerî ya xurtkirina parastina xweser a rewa û damezirandina sîstemeke demokratîk e.

PYD’ê diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûrî û tevahî pirsgirêkên herêmê çareseriya yekane ye.

Di dawiyê de, PYD’ê salveger li gel û tevahî kedkarên Rêveberiya Xweser pîroz kir.

Back to top button