”Armanc ji cezayê nû ew e Rêber Apo ji gel dûr bixin”

22 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Dîsa 4’ê vê Çileyê Dadgeha bajarjê tirkiyê ya Bursayê bi hinceta cezayên dîsiplînê qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo û girtiyên din 3 mehên din dirêj kir.

Têkildarî vê mijarê, dayîkên şehîdan ên li Tebqayê axivîn.

Dayîkan gotin:

“Armanc ji cezayan ew e Rêber Apo ji gel dûr bixin”.

Lê em weke dayîkên şehîdan ne tecrîd û ne jî cezayên nû qebûl nakin.

Heya Rêber Apo fîzîkî azad nebe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Dayîkan di dawiyê de daxwaz ji saziyên navenetewî kir ku dewleta Tirk li ser can sûcan were cezakirin.

Li aliyekî din jî malbatên şehîdan ên li Minbicê, li dijî bikaranîna çekên kîmyawî bertek nîşan dan û gotin:

“Dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyawî, qanûnên navnetewî binpê dike.

Hêzên navneteweyî jî vê van komkujiyan bi çavê xwe dibînin, tevî vê jî bêdeng in.

Malbatan diyar kirin ku ew ê bi hêz û têkoşîna xwe piştgiriyê bidin gerîla û wiha bi dawî kirin:

“Li dijî her êrişekê em ê destkeftiyê şehîdên xwe biparêzin. “

Back to top button