Ekrem Hiso: Rêveberiya Xweser ezmûneke serkeftî ye

Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso dibêje Rêveberiya Xweser gelek ezmûnên zehmet bi serkeftî derbas kir.

Ekrem Hiso ku niha endamê Desteya Rêveber a KNK’ê ye, ji bo salvegera damezarandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê axivî.

Hiso anî ziman ku damezrandina Rêveberiya Xweser ya li gorî projeya neteweya demokratîk, berhemeke Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û got:

”Tevahî partiyên siyasî, ol û netweyên li herêmê cihê xwe di nava vê rêveberiyê de girtin.

Rêveberiya Xweser di nava derfetên aborî, siyasî û leşkerî yên kêm de hat damezarandin. Zehmetiyên pir mezin hatin kişandin.

Çeteyên DAIŞ’ê xwestin herêmê dagir bikin. Rêveberiya Xweser bi şaxên xwe yên siyasî û leşkerî herêm parast û rê li ber DAIŞ’ê girt.”

Ekrem Hiso dibêje Rêveberiya Xweser ji 2014’an gelek ezmûnên zehmet bi serkeftî derbas kirin û nûnertiya gelê herêmê kir.

Û di dawiyê de Ekrem Hiso diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Rojhilata Navîn e.

Back to top button