
Cara yekê ye wê, Şîrketa Rcell Pêşangeheke Teknolojiyê, ji bo nîşandana berhemên teknolojiya pêşerojê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke.
Li gorî Şîrketê, pêşangeh dê 27-28’ê Çile li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bê lidarxistin.
Pêşangeh dê wekî kombûna gelek şîreketên teknolojiyê û berhemên şexsî be.
Derbarê têknolojiya pêşerojê wê bi awayê diyalog gelek mijar werin nîqaşkirin.
Têkildarî armanca pêşengehê, Rêveberê Beşa Firotinê ya Şîrketa Rcell Hisên Badilî axivî û got:
”Armanca me ji vê yekê ew e em fikrê teknolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş bixin”.
Ji bo îcadkaran jî dê bibe derfetek ku li pêşengehê, dîtinên xwe pêşkêş bikin.
Şîrketa RCELL beşek jî ji bo pêşandana berhem û dîtinên xwendekarên Beşa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava veqetandiye.