MÎT’a Tirk û çeteyên wê li gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê 6 welatî revandin.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê çeteyên Tirkiyê bi ser gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê de girt.
Û 6 welatî revandin. Navên wan jî wiha ne:
Bekir Hesen Xêro (35), Rêber Hesen Xêro (32), Elî Kalo (40), Mihemed Ferîd (28),
Mihemed Kalo (36) û Ednan Ebdo (39).
Duh jî MÎT’ê û çeteyan welatiyek ji gundê Kefer Zîtê revandibûn.
Ji destpêka salê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 27 welatî li Efrînê revandine.