Dizî û talana li Efrînê didome

​​​​​​​Li Efrînê suc û binpêkirinê dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin. Li bajarê Efrînê çeteyan mala efrîneiyekî dizîne. Her wiha eşkere bû ku çeteyan alavên çêkirina madeyên hişbir birine Efrînê.

Çavkaniyên xwecih ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, mala welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Hano (65) a li taxa Zeydiyê ya Efrînê talan kiriye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan destên hevjîna Ehmed Hano girê dan û zêrên wê jî dizîn.

Li aliyê din, çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê diyar kirin ku serçeteyên Heyet Tehrîr El Şam Ebû Ebdullah Horan û Ebû Ehmed Helawa alavên çêkirina madeyên hişbirê birine gundê Qîbarê yê êzidiyan ê navçeya Şerayê ya Efrînê.

Ev alav jî radestî serçeteyên koma Feyleq El Rihman yên bi navê Mihemed Mendo û Ebû Udey El Humsî hatine kirin.

Li gorî çavkaniyan, li kantona Efrînê bi dehan kargehên çêkirina hişbirê hene ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker û MÎTʹê ve tên birêvebirin.

Back to top button