Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tahsîn Beg biryara parlamenta federal a Alman ku fermana 2014’an a li Şengalê weke Qirkirinê nas dike, weke biryareke erênî nirxand û xwest, bibe wesîleya çareseriya pirsgirêkên li Şengalê.
Meclîsa Federal a Almanyayê di 19’ê Çileya 2023’an de bi rûniştineke taybet Fermana 2014’an a li Şengalê weke Qirkirina Êzidiyan nas kir.
Yek ji beşdarên vê rûniştina taybet a parlamentê Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bû.
Mîr Hazim Tahsîn Beg li ser biryarê ji Çira TV re axivî û got, “Îro gelek kêfa me hat û ji bo me rojeke dîrokî bû.
Îro biryar dan ku karesata Êzidiyan weke qirkirinê bê pênasekirin.”
Mîr Hazim Tahsîn Beg bi bîr xist ku heta niha zêdeyî 10 dewletan Qirkirina Êzidiyan qebûl kirine û wiha got
“Îro jî Almanyayê Elmanya qebûl kir û bi vê yek êre bû 13 dewlet.
Di biryara xwe de gelek tiştên baş kirin.
Me kombûn li gel Cîgira Serokê parlamentê kir.
Gotin ji niha û pê ve wê kar bikin li ser van bûyeran.
Bi hevîne ev bibe wesileya çareserkirin pirsgirêka Şengalê û Êzidiyan.