Berpirsên Hikuemta Şamê bacê li ser kargehan ferz dikin

Berpirsên Hikuemta Şamê li Tertûsê li xwediyên kargehên derman bacan ferz dikin. Hêzên hikûmeta Şamê jî li gundewarê rojhilatê Helebê bi ser nuqeteyên çeteyan de girtin û şer derket.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku 15 kargehên dermanan li Terûsê û gundewarê wê ji ber zexta ji aliyê hêzên hikûmetê ve, karê xwe rawestandine û deriyê xwe girtine.

Hate diyar kirin ku sedema vê girtinê ew e ku xwediyê kargehan bacên ku li wan tê ferzkirin, ji bilî baca ku didin hikumetê ye û hin berpir ji bo xwe vê yekê dixwazin e red dikin e.

Li Dêrazorê ji ber bazirganiya madeyên hişbir leşkerek hat kuştin

Li aliyê din, li herêmên hikûmeta Şamê kirîn û firotina madeyên hişbir her diçe zêdetir dibe.

Çavdêriyê da zanîn ku li bajarê Dêrazorê ji bo bazirganiya madeyên hişbir, leşkerkî hikûmeta Şamê ji aliyê çekdarên girêdayî Îranê ve hatiye kuştin.

Li Helebê hêzên hikûmetê bi ser nuqetên çeteyan de girtin

Her wiha Şerê di navbera hêzên hûkûmetê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li herêma ‘Bêçek’ jî dewam dike.

Çavdêriya Mafê mirovan ragihand ku hêzên hikûmetê li gundewarê rojhilatê Helebê bi ser nuqeteyên çeteyan de girtin û şer rû da.

Heta niha hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

Dîsa hêzên Hikûmeta Şamê bi top û moşekan gundên rojavayî Helebê di nav de bargeheke dewleta Tirk a dagirker topbaran kir.

Li Idlibê jî hêzên hikûmetê bi heman rengî êirşî gundewarê başûrê bajarê kir.

Back to top button