PKK: PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ HEBÛNA KURDÊN AZAD MISOGER KIR

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin û gotin: Pêngava 15’ê Tebaxê hebûna Kurdên azad misoger kir. Di sala 36’emîn a berxwedanê de, di serî de jin û ciwan bang li hemû gelê welatparêz, dikin ku li ser esasê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, li dijî tecrîd û faşîzmê berxwedana xwe hîn xurtir bikin.

 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê di şexê fermandarê mezin Egîd ( Mahsun Korkmaz) de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr anî û got:

” Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an, hebûna Kurdên azad misoger kir, gelê Kurd kir endamekî bi rûmet ê malbata mirovahiya azad.

Rêber Apo ji bo vê pêngava dîrokî got, pêngava biryardarî, bawerî û îradeya ji bo azadiyê ye.

Bi vê pêngavê re biryara berxwedana ji bo azadiyê ya ku li ser bingeha berxwedana zindanê ya dîrokî hate wergirtin derbasî çiyê hate kirin, bi gerîla şênber bû û derbasî pratîka serketinê hate kirin.”

PKK: WELAT Û NASNAMEYA KURDAN, BI SAYA BERXWEDANA GERÎLA HAT NASKIRIN

Komîteya PKK’ê encamên pêngava 15’ê Tebaxê ya 35 salan wiha tine ziman:

Niha her kes zane û qebû dike ku hemû destketiyên wek parastina statuya heyî ya Başurê Kurdistan, Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya ku 19’ê Tîrmehê pêk hat û naskirina welat û nasnameya Kurdan bi saya berxwedana 35 sala ya Gerîla ve pêk hatiye.

PKK: DIVÊ GELÊ ME LI SER ESASÊ ŞERÊ GEL, TÊKOŞÎNA XWE XURTIR BIKE

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo pêkanîna erkên şoreşgerî, soz û biryardariya xwe dubare kir û ji bo bilind kirina têkoşînê ev bang kir:

” Di serî de hêzên me yên gerîla em bang li rêxistinên jin û ciwanan, gel û dostên xwe dikin; ji bo berxwedana sala 36’an; li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşger ê topyekûn; bê xurtkirin ji her demê bêhtir li dijî tecrîd û faşîzmê têbikoşin.”

KJK: 15’Ê TEBAXÊ JINÛVE VEJÎNA KURDAN, JIN Û CIWANAN E

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî Pêngava 15’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

KJK’ê diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê berxwedan û jinûve vejîna jin, ciwan û Kurdên li ber tinebûnê bû.

KJK’ê diyar kir ku meşa îro ya bi milyonan kesî bi pêşengiya Rêber Apo ber bi azadiyê ve diçe.

” Em bang dikin ku pêngava jinê ya ‘ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ li tevahiya Kurdistan û derveyî welat bê mezinkirin.

Bi çalakî û avakirinê ji bo paşeroja azad bi milyonan kes dakevin qadan.

Bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd wê serketin a gelê Kurd be. Rêberê me wê azad bibe, jiyana azad wê teqez jinûve bê avakirin. “

Leave a Reply

Back to top button