CIWANÊN WELATPARÊZ: EM RÊ NADIN DAGIRKERIYA TIRK

Êrîş û binpêkirinên dewleta tirk li ser başûr û Rojavayê kurdistanê didome.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan jî bi daxuiyaniyekê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şermezarkirin û gotin:
Dewleta Tirk a faşîst dixwaze li Kurdistanê rejîma qirkirinê bimeşîne.
Em amadene li dijî êrîşên dewleta Tirk jî çek hilgirin û axa Kurdistanê biparêzin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer bi daxuyaniyekê
êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezarkir û banga tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li ciwan û gelê Başûrê Kurdistan kirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Em weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoşer bi ruhê 15’ê Tebaxê li hemberî hemû êrîşên li ser Rêber Ocalan, gelê Kurd û axa Kurdistanê radiwestin.

Demek dirêje dewleta Tirk a faşîst li ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dimeşîne.

Dixwaze li Kurdistanê rejîma qirkirinê bimeşîne.

Me weke ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyan çek hilgirtiye, em amadene li dijî êrîşên dewleta Tirk jî çek hilgirin û axa Kurdistanê biparêzin.

JI BO PÎROZBAHIYA 15’Ê TEBAXÊ BANG LI CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIRIN

Her wiha ciwanan di daxuyaniyê de balkişan ser 15’ê Tebaxê û ev tiş gotin:

Em 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û hemû ciwanên Apoyî pîroz dikin.

Em bang li hemû ciwan, jinên ciwan dikin ku tevlî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Qendîlê bê lidarxistin bibin.

35’emîn salvegera Cejna Vejîna gelê Kurd pêngava 15’ê Tebaxê îsal bi pêşengiya çalavkanên Mertalên Zindî, Ciwanên Welatparêz li Binarê Qendîl dê were pîrozkirin.

Leave a Reply

Back to top button