ALDAR XELÎL: LI HEMBER GEFÊN ERDOGAN Û SÛRIYA PÊŞEROJÊ, RÛSYA BERPIRSYAR E

Hebûna dewletên xwedî bandor ên mîna Rûsya, Emerîka, Fransa û Brîtanya di Sûriyê de û şopandina wan ji hemû ziraviyan re, vedigere girîniyeke stratejîk ku ew dewlet bi xwe baş têdigihêjin.” Bi vê hevokê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Aldar Xelîl dest bi gotara xwe di rojnameya Şerq El-Ewsat de dike. Xelîl destnîşan dike ku, li hemberî gefên Dewleta Tirk, Rûsya berpiryar e.

Derbarê gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li herêma bakur û rojahilatê Sûrî, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM, Aldar Xelîl gotarek di rojnameya Şerq El-Ewsat de nivisî.

Aldar Xelîl got ku hebûna dewleta Tirk di ji sedî 10 ji erdnîgariya Sûrî de tevî kiryarên wê yên dagirkirinê, binpêkirina zagonên navdewletî ye.

Di bin heman zagonan de Rûsya mafê destwerdana li Sûriyê girt.

Lewre, Aldar Xelîl dibêje, li hember kiryarên nerewa yên dewleta dagirker û gefên wê li dijî gelê Sûrî, Rûsya bi erka xwe ranabe.

“Erdogan niha di pêvajoya gefan re derbas dibe, aloziya ku Erdogan di hundir de dijî, encama siyaseta wî ye.”

 

ALDAR XELÎL: METIRSIYA MEZIN LI HEMBER XWESTEKÊN ERDOGAN, BÊDENGIYA RÛSYAYÊ YE

Aldar Xelîl dewam dike û encamên vê siyasetê bi awayekî kûr şîrove dike:

“Metirsiya mezin li hember xwestekên Erdogan di Sûriyê de bêdengiya Rûsyayê ye.

Erdogan gefên operasyoneke leşkerî li dijî xaka Sûrî û bêyî tu sedemên zagonî dixwe.

Hewl dide nimûneya dagirkirina wî ya xaka Sûrî pêş bixîne û berfireh bike.

Bi dagirkirina van herêman re, ne dûr e ku Erdogan gefan hem li Rûsya, hem jî li tevahî cîhanê bixwe.”

 

ALDAR XELÎL: DÎROKA DEWLETA TIRK A QIRKIRIN, KUŞTIN Û JIHEVCUDAXISTINA GELAN E

Di naveroka nivîsa xwe de di rojnameya Şerq El-Ewsat de, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê balê dikişîne ser dîroka dewleta Tirk û wiha pênase dike:

“Di Dîroka dewleta Tirk de, têkiliyên hevalbendî nîn in, piraniya vê dîrokê qirkirin, kuştin, rûxandin û jihevcudaxistina gelan e.”

ALDAR XELÎL: LI HEMBER GEFÊN ERDOGAN Û SÛRIYA PÊŞEROJÊ, RÛSYA BERPIRSYAR E

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Aldar Xelîl di nivîsa xwe bi erka cîhanê bi giştî û ya Rûsya bi taybet li hember gefên Erdogan, bi dawî dike:

“Cîhan tevahî û Rûsya di nav de, li hember gefên Erdogan û nimûneya Sûriyeya pêşerojê ya bi sînor û serweriya wê, xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne.”

Bêdengiya Rûsî li hember kiryarên Erdogan, tê wateya vekirina deriyê rûxandina Sûriyê û gelê wê.

Eger Rûsya ji bêdengiya xwe dernekeve, destkeftiyên têkbirina terorê, vala derdikevin.”

Leave a Reply

Back to top button