Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Şêxmeqsûd re xwest

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî bi peyamekê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şîfat ji birîndaran re xwest.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî der barê salvegera êrişa li ser efrînê û rûxandina avahiya li Şêxmeqsûdê li ser malpera xwe peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Em bi xemgînî sersaxiyê li we dikin di salvegera destpêkirina êrîşa li ser bajarê Efrînê, ketina qurbaniyên sivîl ji ber rûxandina avahiyeke niştecihbûnê li taxa Şêxmeqsûd ku ji aliyê hikûmtê ve hatiye derpêçkirin.

Hikûmeta Şamê bi mehane nahêle ku madeyên bingehî derbasî herêmê bide û hemû hewldanê ji bo vegerandina jiyan û aramiyê li taxê girtin.”

Di dawiyê Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û ji birîndaran re şîfat xwest.

Back to top button