Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Efrîn û Şehbayê topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Semoqa, Til Medîq û bendava Şehbayê yên Şehbayê tobparan kir.
Her wiha dagirkeran beriya niha bi çend saetan jî gundê Medûnê yê girêdayî Şehbayê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî jî da ber topan.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kir.
Hate ragihandin ku nêzî 19 obîs li derdora gund ketin.