Rêveberiya Xweser: Idîayên Çînê yên keysbazkirina petrola herêmê ne rast in

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, iddîayên Wezareta Karên Derve ya Çînê ku gotibû genim û nefta li herêmê tê dizîn red kir û got: “Xêr û bêrên vî welatî yên hemû Sûriyan in.”.

Wezareta Karên Derve ya Çînê, hin saziyên çapemeniyê yên hikumetê û şîrketa Birîtanî Golf Sands ragihandibûn ku derxistina petrol û genim ji herêma Cizîrê bi awayekî nerewa tê derxitin..

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiv da van helwestan û rexne kir û got::

“Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wen Bin, hin saziyên çapemeniyê yên hikumeta Şamê û hin şîrketên din, ji wan jî şîrketa Golf Sands a Brîtaniyayê ku di petrolê de dixebite nûçe belav kirin ku derxistina petrol û genim ji herêma Cizîrê bi awayekî nerewa pêk tê û ev dewlemendî `tê dizîn`.”

Rêveberiya Xweser: Daxuyaniya Çînê siyasî ye

Rapor û nûçeyên bi vî awayîn ne rastin, em red dikin û ev helwestên siyasî ne.

Mîqdara genimê heyî ligel hişksaliya ku di ser herêmê re derbas dibe, têra welatiyan nake.

Ev herêmê piştî salên dirêj ên berxwedanê, ji DAIŞ û terorê hate rizgarkirin û piraniya bîrên petrolê wêranbûne û nayên xebitandin.

Petrola heyî jî têra pêdiviyên herêmê nake û beşek jî li hundirê Sûriyê tê bikaranîn.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de hêvî kir ku li gorî mentiq û rewşa heyî nêzî mijarê bibin û wiha dewam kir:

“Daxuyaniyên wiha rastî û rewşa heyî reş û teşhîr dikin.

Rêveberiya Xweser: Em ji bo lihevkirina bi Şamê re vekirî ne

Dewlemendiyên li Sûriyê dewlemendiyên netewî ne û milkê tevahî gelên Sûriyê ne û wekî hemû dewlemendiyên din ên li Sûriyê, nikare weke kesybazkirin.

Em ji bo lihevkirina siyasî bi Şamê re vekirî ne ku dewlemendî li tevahî gelê Sûriyeyê were belavkirin.

Dema lihevkirin pêk bê jî, dê ev dewlemendî li gorî lihevkirin û garantiyan li tevahî gelê Sûriyeyê werin belavkirin.”

Back to top button