Hêzên dewleta Îranê du rojnamevanên jin girt

Êrişên rêjîma Îranê li ser xwepêşandêr, çalakvan û rojnamevanan dewam dike. Nûçegihana ajansa Şehir Haşimî û çalakvan sivîl û wênekêş Reyhane Terawetî hatin girtin.

Hate diyarkirin ku duh li Tehranê dema ku ji bo wergirtina îfadeyê ji Girtîgeha Evîn ya Tehranê gazî nûçegihana ajansa Şehir Melîka Haşimî hate kirin û li wir hate bincavkirin.

Her wiha Dadgeha Şoreşa Bajarê Tehranê, duh cezayê 6 salan yê girtîgehê li çalakvana sivîl Reyhane Terawetî birî.

Li gorî biryara dadgehê, Terawetî bi behaneya ‘avakirin û rêxistinkirina çalakiyên armanckirî yên di çerçoveya tevgerên jinan û tevlîbûna Tevgera Me Too’ de hate girtin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve zêdetirî 75 rojnamevan hatine girtin.

Back to top button