Salvegera ragihandina komara Kurdistanê “Mihabad”

77 sal ji beriya niha di 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Meydana Çarçira ya bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.

77 sal ji beriya niha di 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Meydana Çarçira ya bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.

Komara Kurdistan li ser bingehê Komeleya Jîkaf ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistan û bi rêbertiya Qazî Mihemed li Mihabadê hat damezrandin.

Qazî Mihemed wek serokkomarê Komara Kurdistan sonda yasayî xwar, bajarê Mihabad bû paytexta komarê.

Rûberê xaka komarê ji sedî 30’yê Rojhilatê Kurdistanê digirt nava xwe.

Her çiqas temenê komarê gelek kurt bû, lê xebat û têkoşînek mezin ji bo azadiya gelê Kurd hat kirin û heta niha jî bi heman armancê têkoşîna Kurdan berdewam dike. Niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê di jêr xewn û daxwazên Qazî Mihemed û komara Kurdistanê de têkoşînek mezin berdewam dike.

Damezrandina Komara Kurdistan

Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re Sovyetê û Brîtanyayê Îran dagir kirin. Valatî di desthilatdariya Îranê de çêbû. Şah Riza Pehlewî ji ber zextên zêde yên Brîtanyayê neçar ma di Îlona 1941’an de dest ji kar berde û Îranê terk bike.

Piştî wê desthilatdarî ket destê kurê wî Mahemed Şah Reza, Îran ji aliyê Sovyet û Brîtanyayê ve hat dagirkirin, desthilatdariya hikûmeta navendî li ser herêmên rojavayê Îranê kêm bû. Di heman demê de Sovyetê jî piştgiriya xwe ji bo gelên bindest nîşan da.

Vê yekê derfet da gelên kurd û azerî ku mafên xwe bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mahabadê Komara Kurdistanê û li bajarê Tebrîzê jî Komara Azerbaycanê hatin avakirin.

Di 16’ê Tebaxa 1942’yan de Komeleya Jiyaneweyî Kurdistanê ji aliyê komek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên wekî; Hiseyîn Firuher, Ebdulrehman Zebîhî, Ebdulrehman Îmamî, Ebdulqadir Muderîs, Necmedîn Tewhîdî, Mihemed Nanewezade, Elî Mihemedî, Mihemed Eshabî, Ebdulrehman Kiyanî, Sedîq Heyderî û Qasim Qadirî ve hat damezrandin. Kurtenavê komeleyê jî wekî (JK) hat diyarkirin.

Komara Kurdistanê hat ragihandin

Piştî 2 salan sê rêveberên komeleyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Li ser vê yekê rêveberên din ên komeleyê bi Qazî Mihemed ku kesayetekî navdar ê Mahabadê bû re pêwendî çêkir û xwestin tev li komeleyê bibin. Qazî Mihemed di encama van pêwendiyan de tev li komeleyê bû û sala 1945’an li gel çend kesayetên din çû paytexta Azerbaycanê Bakû. Li wê derê hevdîtin li gel Serokwezîrê Azerbaycanê Cehfer Baqruv kirin, daxwaza piştgirî û alîkariya Sovyetê ji bo damezrandina Komara Kurdistanê kirin.

Piştî şande ji Bakû vegeriya, Rêxistina JK’ê navê xwe weke Hizba Demokrata Kurdistan guhert û yekem kongreya xwe di Cotmeha 1945’an de lidar xist. Di vê demê de Îranê jî lawaz e û hêzên wê ji hinek herêman derketin. Her wiha Sovyetê jî piştgirî da Qazî Mihemed. Bi vî rengî di 10’ê Kanûna 1945’an de Hizba Demokrat a Azerbaycan bi serokatiya Cehfer Pîşewerî li Tebrîzê Komara Azerbaycanê ragihand.

Piştî 5 rojan bi heman awayî hêzên artêşa Îranê ji Mahabadê hatin derxistin û di roja 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Mahabadê hat ragihandin. Komara Kurdistan û Komara Azerbaycan di nava pêwendiyên xurt de bûn.

Biryarên Komarê

Armanca Komara Kurdistanê ji gel re hat vegotin û gel jî ji dil qebûl kir.

Biryarên sereke yên têkidarî komarê hatin qebûlkirin wiha ne:

Zimanê kurdî dê bibe zimanê ragihandin, xwendin û rêveberiyê

Ji bo karên dewletê û mijarên civakî lêkolîn û çavdêrî bike, meclis hat avakirin.

Endamên meclisê ji nava gelê herêmê hatin hilbijartin.

Yekitî û biratiya bi gelê Azerbaycanê re hat xurtkirin.

Ji bo kesên karker û rayedaran yasayek wekheviyê hat derxistin.

Lihevkirina Sovyet û hikûmeta Îranê

Dema Komara Kurdistanê sazûmaniya xwe bi cih dikir û gavên girîng diavêt, di siyaseta herêmê de jî guhertin çêdibûn. Di 26’ê adara 1946’an de hêzên rojavayî û bi taybetî jî Amerîka zext li Îranê kirin ku Sovyet ji bakurê Îranê derkeve. Di encama van zextan de Sovyetê û Îranê li hev kirin û hêzên Sovyetê ji bakurê Îranê derketin.

Sovyetê pişta xwe da Kurd û Azeriyan

Sovyeta li ser fikra sosyalîzmê hat avakirin û alîkariya gelên bindest dikir da ku bigihîjin azadiya xwe û xwe bi xwe rê ve bibin, destek dida gelên li başûrê sînorên Sovyetê. Lê belê ev pîvan ji bo Kurd û gelê Azerî hatin binpêkirin.

Piştî hêzên Sovyetê di Hezîrana 1946’an de vekişiyan, hêzên Îranê dest bi êrîşên ser Komara Azerbaycanê kir. Ev yek bû sedem ku pêwendiya Komara Kurdistan bi Sovyetê re qut bibe. Komara Kurdistan di aliyê aborî û leşkerî de nekarî êdî alîkariyê bistîne.

Xiyaneta navxweyî

Li aliyê din, Komara Kurdistanê hewl dida yekitiya kurdan ava bike û dixwest eşîrên din ên Kurd tev li Komarê bibin, lê nikarî vê piştgiriyê ji eşîrên Kurd wergire. Komarê ji ber vê çendê nekarî sînorê xwe ji Mukriyan û derdora Mahabadê zêdetir berfireh bike. Lewma wekî Komara Mahabad jî hat binavkirin.

Dema Sovyetê Komar bi tenê hişt, di aliyê aborî, berheman de gelek zehmetî hatin kişandin. Eşîrên destpêkê bi komarê re bûn jî êdî bi tu awayî piştgiriya Qazî Mihemed nekirin. Gelek ji wan eşîran Qazî Mihemed bi tenê hiştin.

Komara Kurdistanê hat hilweşandin

Li gel van geşedanan, artêşa Îranê jî êrîşî komarê kir. Di 17’ê Kanûna 1946’an artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mahabadê ku paytexta komarê bû. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê berxwedan nîşandan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo rê li komkujiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir. Piştî wê di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Meydana Çarçira ya Mahabadê hatin darvekirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komarê Kurdistanê wek yekemîn ezmûna gelê Kurd pênase dike û dibêje: “Qazî Mihemed xwedî karekterek demokratîk û welatparêz bû. Rê bi ti aliyek nedida ku xwe li ser gel bide ferzkirin. Ev yekem car bû ku di nava Kurdan de helwestek wiha derkeve. Divê ev komar bi ti awayî biçûk neyê dîtin. Ji berku dîrok û şerefa me ye.”

Back to top button