TEV-DEM’ê û Koordînasyona Kongra Star ji malbatên qurbaniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya xêrê xwest.
Di daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star de jî wiha hat gotin:
Ev bûyer encama polîtîkayên dewletên desthilatdar ên ku ji bo gelên Sûrîyeyê projeyên çareseriya siyasî bi pêş nexistin.
Em weke Meclîs û Koordînasyona Kongra Star li kêlek gelê xwe yê berxwedêr ê Efrîn û Helebê ne.
Di her warî de em ê hewl bidin ku birîna gelê xwe derman bikin.
Kordînasyonê di dawiyê de ji gelê Helebê re sersaxî û ji birîndaran re jî şifa û silametî xwest.