CENTCOM: Hêzên me 3 DAIŞî li Dêra Zorê girtin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞê ku 2 ji wan berpirs in, li Dêra Zorê hatine girtin.

Fermandariya Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku roja yekşemê Hêzên Amerîkî 3ê endamên DAIŞê li Rojhilatê Sûrî di encama operasyoneke esmanî de girtine.

Centcomê eşkere kir ku, yên hatine girtin, yek berpirsê losjtî ye û yek jî navgînekî DAIŞê ye û yê din jî pweyndiyên wî li gel DAIŞê hene.

SOHR: QSD’ê bi desteka Koalîsyonê 3 DAIŞî li Dêra Zorê girtin

Çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan jî got ku Yekîneyên Antî Teror ên QSDê bi desteke Koalîsyona Navnetewî li bajaroka Şihêl ê Dêra Zorê bi ser çend malan de girtine.

Li gorî çavdêriyê, di encama vê operasyonê de, 3 endamên DAIŞê hatine girtin.

Back to top button