KCK: Komara Mahabadê bû qurbana siyaseta hêzên hegemonîk

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 77’emîn a Komara Kurd a Mahabadê peyamek weşand û got:”Komara Kurd a Mehabadê îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e.”

KCK’ê diyar kir ku ewê li ser şopa şehîdên komara mihabadê bin got:

Komara Kurd a Mehabadê ya ku ji aliyê Qazî Mihemed û hevalên wî hate avakirin, îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e.

Gelê Kurdistanê tu carî wan kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê û damezrandin û parastina Komara Kurd a Mehabadê têkoşiyane û bêdel dane, bi taybetî jî Qazî Mihemed û hevalên wî ji bîr neke, emê li ser rêka wan bin”.

Di peyamê de hate gotin

“Dewletên hegemonîk ên serdemê bi rejîma Şah a paşverû û mêtinger re li hev kirin û piştgirî dan hilweşandina Komara Kurd a Mehabadê.

Îro gelek hêz bi rêya bazariya li ser Kurdan hewl didin têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk a mêtinger û qirker a li dijî Kurdan re bidomînin.

Em bang li hemû hêzan dikin wisa nêzikî mesele nebin û di heman demê de nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan”

Back to top button