KCK: Em bi xwedîderketina li hev vê êşê derbas bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo qurbaniyên felaketa li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û komkujiya li Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand.
KCK’ê bang xelkê Helebê kir ku bi rihê komînal xwedî li malpatê şêxmeqsûd derkevin.
Her wiha KCK’ê bûyera Mêrdînê jî weke komkujî pênasekir û dazanîn ku ev bi buyer bidestê dewleta tirk pêkhatiye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo qurbaniyên li Şêxmeqsûd û Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand.

KCK’ê sersexî ji malbatê qurbaniyên Şêxmeqsûd re xwest û got:

” Vê bûyerê em gelekî êşandin.

Xelkê me yê li Heleb û Şêxmeqsûdê heta niha li hemberî êrîşan, birçîbûn, hilweşîn û bêderfetiyê berxwedaneke mezin nîşandane

Û bi saya vî ruhê li ser piya mane.

Xelkê me yê li Heleb û Şêxmeqsûdê di mijara piştevanî û jiyana komunal de pratîkeke bi mînak nîşan da.

Em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê li Şêxmeqsûdê wê vê bûyera giran a ku em hemû êşandine bi vî ruhî û van hestan, bi xwedîderketina li hev wê derbas bike.”

Her wiha KCK’ê derbarê komkujiya Mêrdînê de jî ku şeva 19’ê Mehê li dijî welatparêzên kurd ên li Dihokê pêk hat daxuyanî da.

KCK: Şehîdxistina 5 welatiyên dihokê komkujî ye

KCK’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û bûyerê weke komkujî pênasekir û got:

“Ev komkujiye, divê teqez weke komkujiyekê bê dîtin.

Pênc kesên hatin qetilkirin, ji eşîra Rêkanî ne, ev eşîr bi welatparêziya xwe tê naskirin û gelek şehîdên xwe hene.

Heta niha li Mêrdînê bi dehan Kurd ên welatparêz bi destê çete û kontrayan hatin qetilkirin.

“Komkujiya Mêrdînê bi destê dewleta Tirk hatiye kirin”

Gelek nîşaneyên şênber û xurt hene ku ev komkujî jî ji aliyê AKP-MHP’ê û bi destê kontrayan hatiye kirin

Ji xwe dewleta Tirk biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danî û bi vî rengî pêşî li eşkerebûna rastiyê girt.”

KCK’ê li hember vê komkujiyê helwesta PDK’ê û ragihandina wê jî rexnekir û ev tişt anî ziman:

“PDK û ragihandina wê dixwazin li ser bûyerê bigrin” 

Balkêş e ku PDK û medya PDK komkujî weke êrîşeke ji rêzê nîşan da, bi vî rengî hewl da bûyerê bibihurîne.

Helwesta PDK’ê û medya PDK’ê xizmetê ji nixumandina rastiyê re dike.

Divê PDK ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re nekeve nava nêzîkatiyeke bi vî rengî.

KCK’ê di dawî de bang li raya giştî kir ku nehêlin komkujî were veşartin û bûyerê bişopînin

Back to top button