Navên qurbaniyên li taxa Şêxmeqsûd hat eşkerekirin

Jimara qurbaniyên avahiya hilweşyayî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû 16 kes. 

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê navê navê qurbaniyên avahiya hilweşiyayî eşkere kir.

  • Li gorî daxuyaniya meclisê navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Waêl Ehmed Rîhanî (37), Îvana Waêl Rîhanî (20 rojî), Dua Hesen Silêman (29),
Zerîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14) Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10),
Yusif Carûr (2 sal û nîv), Meysa Carûr (20), Gulnaz Kado (33),
Resûl Îbo (46), Zeyneb Receb Ehmed Osman (42),
Wîsal Seîd Carûr (70), Ridwan Sabrî Mihemed (57), Avliyan Îbo (10).

  • Navên birîndaran jî wiha ne: Cemal Carûr (60) û Mistefa Îbo (17).

Jimara qurbaniyan bû 16

Nûçegihana me vê sibehê ragihand ku di encama lêgerînê de kesek din ji bin kavilan hat derxistin.

Û bi vê re jî jimara qurbaniyan bû 16 kes.

Cenazeyê qurbaniyan hatin veşartin

Cenazeyê qurbaniyan îro saet 12 bi merasîmekê hatin veşartin.

Li aliyekî din jî ji bo qurbaniyan rojekê şîn hat ragihandin.

Ji bo wê jî îro sûk, dikan û werşeyên li her du taxan hatin girtin.

Back to top button