Rûspiyên Minbic: Li hember êrişan em bi QSD’ê re ne

Rûspiyên eşîrên Minbicê planên dewleta Tirk a dagirker ên vejandina çeteyên DAIŞ′ê red kirin.

Rûspiyên eşîrên Minbicê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî axivîn.

Ji rûspiyên Minbicê Şêxo Mihemed anî ziman ku armanca Tirkiyê ji êrişan vejandina DAIŞ’ê ye.

Mihemed piştrast kir ku wê gel li hember her cure êriş li ber xwe bide û xaka xwe jî biparêz e.

Şêxo Mihemed bang li gelê Sûriyê kir ku ji siyaset û niyetên qirêj ên dewleta Tirk hişyar û baldar be.

Ji rûspiyên eşîra El Bobena ya Minbicê Farûq El Maşî jî derbarê heman mijarê de axivî û got:

Dewleta Tirk dixwaze bi rêya van êrişan aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe û DAIŞ’ê zindî bike.

El Maşî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez kir.

Back to top button