Erdogan: Hilbijartin wê 14’ê Gulanê pêk were

Serokomarê rejîma Tirkiyê Erdogan bi awayekî eşkere ji bo hilbijartinê îşaret bi 14’ê Gulanê kir.
Erdogan ji bo ev roj bi awayekî fermî were eşkerekirin jî wê 10’ê Adarê erka xwe ya serokomariyê bikar bîne.

Li Tirkiyê hilbijartin bi despêka salê re ketiye rojeva welat.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganê ku hefteya borî 14’ê Gulanê ji bo hilbijartinan destnîşan kiribû, vê carê jî derbarê heman dîrokê da îfadeyên zelaltir bi kar anî.

Erdogan li bajarê Bursayê bi ciwanan ra hat bal hev û wiha got:

“Hêvîdarim di hilbijartinên 14ê Gulanê de cara ewil dengê xwe bidin.”

Erdogan li gorî xwe jî sedema destnîşankirina 14’ê Gulanê ji bo hilbijartinan bi van gotinan vegot:

“Ev ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartinek e.

Ya ku hatiye kirin ev e. ”

Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ev gav avêt û li gor wê biryar da, lê bi awayekî fermî rayeya Serokomar li vir heye.

Hûn dizanin ku em ê di 10’ê Adarê de wek Serokomar vê rayeyê bi kar bînin û piştî wê jî 60 roj maye.

Kî wê serdemê binirxîne?

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, lê em bi hêvî ne ku di 10’ê Adarê de biryara xwe ragihînin.”

Bahçelî: Em vê xebatê di meha Gulanê de biqedînin

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya li Civîna Koma Partiyê ya Sêşema borî ya li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê da gotibû,

“Em vê xebatê di meha Gulanê de biqedînin.”

Li gorî dema asayî wê hilbijartina li Tirkiyê di 18’ê Hezîranê de pêk were.

Ji ber krîza aborî û siyasî ya li welat, rejîma AKP/MHP’ê dixwaze dema hilbijartinê pêş bîne.

Ev yek bi xwere qanûna ku Erdogan nikare careke din bibe namzetê serokomariyê derdixe.

Li gorî qanûna Tirkiyê, kesek herî zêde dikare 2 caran li welat bibe serokomar.

Hilbijartinek pêşwext jî tenê bi daxwaza parlamentoyê dibe.

Lê ya diyar rejîma Erdogan naxwaze hilbijartinek asayî û di atmosferek aram de pêk were.

Ji bo vê yekê, li rêbazên derxistina aloziyan digre.

Back to top button