rêveberiya kanada wê 2,8 mîlyar dolar tazmînatê bide xwecihiyan

Komek gelên xwecihî yên Kanadayê 2021’an doz vekiribûn û diyar kiribû hikumetê li dibistanên razanê qirkirina çandî kiriye.
Kanadayê ev sûc qebûl kir û wê 2,8 mîlyar dolar tazmînatê bide.

Di sedsala 19’an de li Kanada dibistanên di bin serkêşiya dêrê de hatin avakirin.

Piştî avakirinê zarokên gelên xwecihî ji malbatên wan hatibûn stendin û bi darê zorê şandibûn wan dibistanan.

Li van dibistanan jî zext û qirkirin hatibûn kirin.

Wezîrê ji têkiliyên gelên xwecihî berpirsyar Marc Mîller gotibû “Em dizanin wê êşên demên berê derbas nebe lê em dixwazin hevrûyî vê bobelata kolektîf bibin.”

Hikumetê dayîna tazmînatê qebûl kiribû lê divê dadgehê jî ev tişt qebûl bikira.

Eger dadgeh jî qebûl bike wê hikumet vî pereyî bide foneke serbixwe.

Dibistanên dêrê yên razanê wekî parçeyekî asîmîlekirina zarokan û polîtîkaya qirkirina çand û zimanên gelên xwecihî tê dîtin.

Hefteya borî li herêma Ontarîoyê li qada dibistaneke dêrê ya kevn 171 cih hatibûn tespîtkitin ku li gorî texmînan ev der gorên zarokên li dibistanê ne.

Di Adara 2022’an de jî li ser erdê dibistaneke dêrê ya li eyaleta Albertayê 169 gorên zarokan hatibû tespîtkirin.

Ev dibistanên dêrê yên leylî di salên 1840’î de hatibûn vekirin û di sala 1997’an de hatibûn girtin.

Li van dibistanan nêzî 150 hezar zarok ji malbatên xwe hatibûn veqetandin û li vir zarok ji çand û zimanê xwe hatibûn dûrxistin, li ser wan tacîza zayendî û fîzîkî hatibû kirin.

Di sala 2008’an de ji bo lêkolîna vê trajedî û qirkirinê, komîsyonek hate avakirin.

Komîsyonê raporeke 4 hezar rûpel amade kiribû û ev tiştên pêk hatine wekî qirkirina çandî pênase kiribû.

Di rapora komîsyonê de nêzî 6 hezar zarok hatine kuştin.

Back to top button