Li Los Angeles êrişa çekdarî: 10 Kes mirin

Li bajarê Los Angeles yê amerîka li gorî salnameya Çînê pîrozbahiyên sersalê pêk hatin.
Di dema pîrozbahiyê de, êrişa çekdarî ya li herêmê pêk hat de, 10 kes mirin.

Li Parka Monterey ya li bajarê Los Angeles yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) pîrozbahiyên sersalê hebû.

Di pîrozbahiyên li gorî salnameya Çînê pêk dihatin de, kesekî bi çekê herêm gulebaran kir.

Di êrişê de, 10 kes mirin.

Li gor daxuyaniya fermî ya ku piştî çend saetan hat dayîn, di bûyerê de herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku êrîşkar hêj nehatiye girtin.

Di daxuyaniya polîsên Los Angelesê de wiha hate gotin:

Şevê din li gorî demjimêra herêmî derdora 22:00’ab li cihê govendê li herêmê êrişek çekdarî pêk hat.

Hat ragihandin ku polîs piştî banga alîkariya ya lezgîn wergirtine, berê xwe dane herêmê.

Hêzên ewlehiyê yên ku çûn herêmê tespît kirin ku 10 kes li cihê bûyerê mirine.

Rojnameya Los Angeles Times ragihand ku di êrişa 10 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûyî de, şerîfê navçeyê bûyer weke “êrîşeke komî” pênase kiriye.

Herêmeke ku koçberên Asyayî zêde lê dimînin

Pîrozbahiyên kevneşopî yên du-rojî yên li herêmê ku nifûsa koçberên ji welatên Asyayê pir zêde ye, wekî yek ji mezintirîn bûyerên herêmê têne hesibandin.

Parka Monterey 13 kîlometre li rojhilatê navenda Los Angelesê ye.

Li gor nûçeyên ku hin dezgehên ragihandinê xwe dispêrin şahidên bûyerê, êrîş li klûbeke şevê di dema şahiyeke pîrozbahiya cejna sersalê ya li gorî dema Çînê hatiye lidarxistin de pêk hatiye.

Back to top button