Almanya çira kesk da Polonya ku tankên Leopard bide Ukrayna

Almanyayê ragihand ku ew ê li pêşiya Polonya nebin asteng ku tankên Leopard bişîne Ukraynayê.
Ji bo bikaranîna Leopardên Alman ên li welatên sêyemîn, erêkirina Berlînê pêwist dike.

Hikûmeta Alman, li dijî şandina tankên Leopard bo Ukraynayê, helwesta xwe ya di vê mijarê de guhert.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji televîzyona LCI ya Fransî re axivî û li ser pirsa ku eger Polonya bêyî erêkirina Berlînê tankên Leopard bişîne Ukraynayê wê berteka hikûmeta Alman çawa be wiha got:

“Heta niha ji me nehatiye pirsîn, me pêşî lê nedigirt.”

Baerbock got,

“Em dizanin ku ev tank çiqasî girîng in.

Ji ber vê yekê em niha bi hevkarên xwe re vê yekê nîqaş dikin.

Divê em piştrast bikin ku jiyana mirovan û axa Ukraynayê xilas bibin.”

Berî daxuyaniyên Baerbock, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki li ser Twitterê parve kir û got,

“Em ê bi destên xwe girêdayî mirina Ukrayna ji ber windabûna xwînê temaşe nekin.

Eger em nikaribin bi Almanyayê re li ser Leopardan li hev bikin, em ê bi welatên din re ji bo şandina tankên nûjen ji Ukrayna re kar bikin.

Emê koalîsyoneke biçûk ava bikin.”

Zextên ji bo şandina Leoparan bo Ukrayna zêde dibin

Tankên Leopard li gel endamên NATO yê hene.

Ev tandk ji aliyê pisporên parastinê ve weke wesayîta herî guncaw a şer a ji bo Ukraynayê tên nîşandan.

Bi mehan, rayedarên Ukraynayê bang li hevalbendên xwe yên rojavayî dikirin ku tankên nûjen ên Almanî yên Leopard peyda bikin.

Lê Berlîna ku mafê vetokirina bikaranîna Leopardan li welatekî din heye, li dijî şandina van tankan ji bo Ukraynayê bû.

Di demên dawî de zextên li ser Almanyayê yên derbarê tankên Leopard de zêde dibin.

Di civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê ya li baregeha Ramstein a Elmanyayê ya hefteya borî de, li ser şandina tankên Leopard 2 ji bo Ukraynayê, lihevkirinek pêk nehat.

Hat îdiakirin ku serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ji bo şandina van tankan ji Ukrayna re, dixwaze Amerîka jî tankên Abrams jî bişîne.

Scholz doh li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk anîbû, li ser tankên Leopard ti soz neda.

Back to top button