Sudanî serokê banka navendî ya Iraqê ji kar dûr xist

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji ber sedema buhabûna dolar li beramberî dînarê Iraqê, Serokê Banka Navendî ya Iraqê ji kar dûr xist.

Li gorî medya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji ber sedema buhayabûna dolar li beramberî dînar Serokê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib ji kar dûr xist.

Herwiha Rêveberê Banka Bazirganî ya Iraqê Salim Cewad Elcelebî jî ji kar hate dûrxistin û hate malnîşinkirin.

Sudanî piştî ku Serokê Banda Navendî ya Iraqê ji kar dûr xist, daxuyaniyek da û diyar ku buhabûna dolar demkî ye û wê ev mijar were çareserkirin.

Sudanî destnîşan kir ku li dijî wan kesên ku dixwazin ziyanê bidin bazarê hinek biryar dane.

Li Iraqê di van rojên dawî de li beramberî dînarê Iraqî, buhayê dolar gelek zêde bû.

Niha li bazarê 100 dolarê Emerîkî bi 165 hezar dînar tê firot in.

Berî mehekê 100 dolar bi 147 hezar dînar bû.

Back to top button