Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Biryardariya xwepêşandêran ya serhildana “jin, jiyan, azadî” rêveberiya Tahran tengav kiriye. Li paytexta Îranê Tehranê 3 rojnamevanên din hatin girtin. Ji destpêka raperînên li Rojhilatê Kurdistanê Îranê ve 79 rojnameger hatine girtin. Xwepêşandanên dûmdar, heta niha li cîhanê rastî piştevaniyek zêde hatiye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana “jin, jiyan, azadî” bi daxwazên azadiyê didome.

Doh bi rasthatina salvegera damezirandina Komara Kurdistan a li Mahabadê, çalakî bi awayekî cuda hatin pîrozkirin.

Li Serdeşt û Mehabatê hejmarek ciwanên Apoyî çalakî lidar xisitn.

Li Îranê bi awayê nivîsandina dirûşme û daleqandina pankart ên li cihên giştî çalakiyên nerazîbûne pêk hatin.

Li Tehranê hejmarek kêmendam li dijî rakirina bûdceya taybet a kêmendaman nerazîbûn nîşanî hikûmeta Îbrahîm dan.

3 Rojnamegerên jin hatin binçavkirin

Li gor nûçeya malperekê, Sendîkaya Rojnamegeran ragihand ku li paytext Tehranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin.

Ji destpêka raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 79 rojnameger hatine girtin ku hinek ji wan bi dayîna kefaletê hatine berdan.

Lê piraniya wan hîn di girtîgehê de ne.

Li Ewropa ji bo serhildana “Jin Jiyan Azadî” meşên piştevaniyê

Herwiha li derveyî Îranê, li bajarê Fransa Parîsê, Glasgow, Scotland û paytexta Belçîka, Brukselê hejmarek çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî pêk anîn.

Di çalakiyan de, ji welatan xwestin ku Supay Pasdaran bi fermî weke ‘rêxistinek terorîst’ nas bikin.

Di heman çarçoveyê de hejmarek ji çalakvanên Kurd û Îranî li bajarê Toronto yê Kanadayê karwanek wesayîtan organîze kirin û li nav bajêr geriyan.

Çend dirûşmên li dijî Supay Pasdaran û desthilata Îranê bilind kirin.

Kolektîfa “Jin, Jiyan, Azadî” dOh bi bangawaziyekê ragihandibû ku ji bo piştgirî û parastina destkeftiyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” wê di 28’ê Çile de li paytexta Brîtanya Londonê meşekê li dar bixe.

Meş wê di saet 13:00’an de li ber BBC’yê destpê bike û heta saet 16:00’an dewam bike.

Borrell: Ji bo supayê pasdaran pêwistî bi biryara dadweî heye

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku heta dadgeha Yekîtiya Ewropayê biryara vê yekê nede YE nikare Supayê Pasdarên Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.

Her wiha Swêd a Serokatiya demkî ya YE dike bi daxuyaniyekê got: “Wezîran pakêteke nû ya cezayên li dijî Îranê erê kir.

Di paketa cezayan de, kesên bi tundî êrişî xwepêşandêran dikin heye.”

Back to top button