HPG: Li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin

Di çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin.
Çeperên berxwedanê yên gerîlayan jî 12 caran bi çekên kîmyewî ji aliyê arteşa Tirk ve hate bombekirin.

Têkildarî şerê li herêmên parastina Medyayê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Li gorî vê:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22’ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, hêzên gerîlayan teleskopeke dagirkeran îmha kir û bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

Heman rojê dagirkerên nêzî qada Çemçoyê jî bûn hedefa gerîlayan û li vir di encama çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

22’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, gerîla derb li kontey-nireke dagirkeran xistin.

Arteşa Tirk 12 caran bi çekên kîmyewî qadên berxwedanê bombe kir

Têkildarî êrişên arteşa Tirk jî HPG’ê got:

Çeperên berxwedanê yên gerîla 12 caran bi çekên kîmyewî, 7 caran bi balafirên şer

Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Back to top button