JI DUH HETA NIHA 7 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAYE

Di encama şerê navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk li bakur-rojavayê Sûrî de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji ber êrîşên asmanî yên balafirên Rûsî ku duh herêmên bajarê Xan Şêxûnê li Idlibê kiribûn armanc, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Her wekî 2 zarok û jinekê ji ber bombebarana Rûsî li ser gundê Salihiyê li başûrê Idlibê jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de, 25 çete û 29 leşkerên rejîmê di şerê li derdora Kebana li bakurê Laziqiyê û hinek aliyên gundewarê Idlibê hatin kuştin.

Li gorî çavdêriyê, rejîma Sûrî heta niha zêdetirî 930 moşek avêtine gundewarên Idlibê, gundewarê bakurê Hemayê, her wiha gundewarê Helebê û çiyayên peravê.

Leave a Reply

Back to top button