Artêşa Tirk li herema Zapê ji bilî binkeftinê alavên xwe li du xwe hiştin

Dewleta Tirk a dagirker tevî bikaranîna hemû derfetên xwe li Zapê negîhîşt armanca xwe û ji gelek cihan vekişiya. Piştî binkeftina li hemberî gerîlayan, kel û pelên ku arteşa Tirk li pey xwe hiştiye bi wêneyan hate kişandin.

Wekî di wêneyan de jî tê dîtin, kozikên leşkeran, mîna qadeke ji sergo balê dikişînin.

Dîmenekî din ê ku artêşa Tirk di çeperan de li pey xwe hiştine jî şopa belgeyên sûc e ku roja dawî xwestin bişewitînin û ji holê rakin.

Li ser tehtan nîşaneyên faşîzma Tirk, gotinên nijadperest jî hatine nivîsandin.

Li gel dorpêçkirina çeperan bi têl û xefikan her wiha mankenên xapînok û şûşeyên plastîk hatine bicihkirin

Ev yek jî bi armanca xapandina gerîlayan hatine kirin.

Artêşa tirk ku bi ti awayi nekarî hêza gerîlayên Kurd li herema Zapê têk bibe, niha tenê kel û pelên alavên leşkerî û destanên gerîlayan yên tekbirina wan maye.

Back to top button