Nobeta Edalatê ya HDP’ê li dijî tecrîdê 23 roj li pey xwe hişt

Wekîlên HDP’î yên ku li dijî tecrîdê di Nobeda Edaletê de ne gotin: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û li gorî qanûnan û destûra bingehîn divê tavilê bi dawî bibe. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun jî têkildarî binpêkirina “Mafê hêviyê” bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisa Tirk.

Nobeda Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê 23 roj li pey xwe hişt û bi biryardarî dewam dike.

Bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê, Parlamenterên HDP’ê li ber deriyê meclîsê ya li Enqereyê kombûn.

Di çalakiyê de Parlamenter Alî Kenanoglû axivî û da zanîn ku tecrîd, bi mebesta îzolasyonê tê kirin.

Parlamenterên HDP: Tecrîd ji ber sedemên siyasî tê ferzkirin

Kenanoglû ani ziman tecrîd ji ber sedemên siyasî tê ferzkirin û wiha got: “Dema ku mirov bala xwe didin ser sedemên siyasî jî pirsgirêka Kurd tê de dibînin.

Di bingeha vê de jî pêşîgirtina li çareseriya pirsgirêka Kurd û înkarkirina Kurdan heye.

Tecrîd ne tenê li ser şexsekî tê ferzkirin, ji ber ku aliyekî xwe yê siyasî heye.

Ji ber wateya xwe, tecrîd li ser gelê Kurd û tevahiya civaka Tirkiyeyê tê ferzkirin.”

PARLAMENTERÊN HDP: JI BO LI TIRKIYÊ REWŞ ASAYÎ BIBE DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN

Kenanoglû destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyê rewş asayî bibe divê tecrîd bê rakirin û got,

“Divê pêşî li hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbatê û parêzeran re bê vekirin.”

Di dawî de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû bi bîr xist tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwest li gorî qanûnan û destûra bingehîn divê tavilê bi dawî bibe.

HDP’ê têkildarî binpêkirina ‘Mafê Hevîyê’ pêşnûmepirsek da meclîsê

Her wiha Parlamentera HDP’ê Mûşê Şevîn Coşkun jî têkildarî binpêkirina “Mafê hêviyê” yê girtiyan bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.

Parlamenter Şevîn di pêşnûmepirsa xwe de bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û got: “Mafê hêviyê” yê girtiyan hewcehiyeke di çarçoveya xala “Nabe ku tu kes rastî îşkenceyê û miameleya dermirovî û biçûkxistinê were” PMME’yê de ye.

Divê mafê hêviyê were parastin.”

Back to top button