Sucên dewleta Tirk û çeteyan li Efrînê didomin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dewam dike. Îstixbarata Tirkiyê du welatiyên din ji Efrînê revadndin. Her wiha zêdetirî 600 dar li Efrînê hatin birîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji 2018’an û heya vê kêliyê sûc û kiryarên dermirovî li Efrîna Dagirkirî didomînin.

Du welatiyên din li Efrînê hatin revandin

Bi buhaneya ku Mihemed Reşîd Hiso û Ferman Elûş Sedo ên ji navçeya Cindirêsê erka xweparastinê di dema Rêveberiya Xweser de pêk anîne, hatin revandin.

Hate diyarkirin ku Îstixbarata Tirkiyê, Hiso û Sedo ber bi cihekî ne diyar ve birine û heya niha agahî derbarê wan de tune ye.

Li Gurzêla û Eyn Dara 600 darên fêkî hatin birîn

Birîna daran jî dewam dike.

Malbatên ku ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hatine bicihkirin, li gundê Gurzêlê û Eyn Dara 600 darên zeytûn, sêv, gûz û hin darên din ên fêkî birîn.

Ev dar jî milkên welatiyên bi navê:

Reşîd Ebdo, Rêzan Ebdo, Mistefa Ebdo, Mihemed Îbo, Mistefa Mihemed û Yûsif Ebd Elrehman in.

Li gundê Ciwêqa yê Efrînê 20 darên zeytûnan hatin birîn

Li gundê Ciwêqa jî çeteyan 20 darên zeytûnan birîn.

Ev dar jî milkê welatiyê bi navê Osman Hec Hemîd bûn.

Hate ragihandin ku çeteyan dar ji kokê ve hilkşandine û wek êzing li bazaran difroşin.

Leşkerên Tirk li ser sînorê Serê Kanniyê ciwanek kuştin

Li aliyê din, li Serê Kaniyê ya dagirkirî, dema ku du jin û ciwanekî dixwastin derbasî aliyê din ê sînor bibin, ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin gulebarankirin..

Di encama gulebaranê de her du jin birîndar bûn û rastî êşkenceyê hatin û ciwan jî hat kuştin.

Back to top button