
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Til-Rifeta Şehba topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker di seatên ber bi êvarê de, derdora navçeya Til Rifet a Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.
Hate niha, zêdetirî 15 top li herêmê ketine.
Şevê din jî dewleta Tirk a dagirker gundên Semoqa, Til Medîq û bendava Şehbayê yên Şehbayê tobparan kir.
Beriya wê jî dagirkeran gundê Medûnê yê girêdayî Şehbayê topbaran kir.
Her wiha gundê Şewarxa yê navçeya Şera û Bênê ya Şêrewaya Efrîna dagirkirî hat topbarankirin.