
Qutîya Şîrê Zarokan li herêmên hikûmta Şamê nêzî 50 hezar leyreyên Sûrî tê firotin. Li bakurê Helebê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk da dagirker bi çekên giran û navîn şer derket.
Aloziyên li herêmên Hikûmetê ji ber bêqîmeta leyreya Sûrî li beramberî dolar û kêmbûna Sotemeniyê dewam dike.
Ji ber aloziyên heyî, maydên jiyanî û tenduristî bi nirxên buha tên firotin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku Şîrê zarokan li herêmên hikûmeta Şamê nemaye.
Şîrê Zarokan li Sûkê peyda nabe û ger peyda bibe jî nirxê wê nêzî 50 L.S ye.
Li çolistana Reqayê di êrişeke DAIŞ’ê de 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin
Li aliyê din, çavdêriyê da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqeteyên hêzên hikûmetê ên li rojavayê Reqayê kirin.
Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikûmetê hatin kuştin.
Li Rojhilatê Idlibê leşkerekî hikûmetê hat kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li derdora Marea-Şêx Îsa ya li gundewarê bakurê Helebê jî di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de şer û topbaran hebû.
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi topavêjan navçeya Til Rifet ya Şehbayê topbaran kir.
Li gundewarê rojhilatê Idlibê jî leşkerekî hikûmetê ji aliyê çeteyên “Fetih El-Mûbîn” ve hate kuştin.
Hêzên hikûmeta Şamê jî bi çekên giran gundewarê rojavayî Hemayê û gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.