DURAN KALKAN: DI PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ DE, KURDAN HEBÛNA XWE PARAST

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê axivî. Kalkan diyar kir ku eger Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê nebûya di serî de Bakurê Kurdistanê wê ne li Başûr, ne Rojhilat ne jî li Rojava tiştek bi navê Kurdîtiyê nebûya.

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir, ku gelê Kurd bi pêngava 15’ê Tebaxê ve çarenûsa ku lê dihate ferzkirin têk bir û got:

” Eger Pêngava 15’ê Tebaxê nebûya, di serî de Bakurê Kurdistanê wê ne li Başûr, ne Rojhilat ne jî li Rojava bi navê Kurdîtiyê tiştek nebûya.”

Li dijî zîhniyeta ku tinebûn li gelê Kurd û Kurdistanê ferz dikir, Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir û ji bo kurda xeta lehengiyê ya jiyanê afirand û partî xist ser xeta berxwedanê.

Bi navê hebûn û azadiyê her tişt bi Pêngava 15’ê Tebaxê û bi têkoşîna azadiyê ya 35 salên dawî hatin afirandin.

Ji ber ku Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê kok e.

DURAN KALKAN: DIVÊ KURD DI SALA 36’AN DE XETA BERXWEDANÊ HÎN XURTTIR BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê her tişt pêşkêşî gelê Kurd kir û ev tişt anî ziman:

” Ji ber ku Kurdan vejîna xwe di nava vê pêngavê de dîtin, fêhm kirin ku bi vê têkoşînê dikarin hebûna xwe biparêzin û azad bibin, bi coş û kelecana cejnê ev yek pîroz kirin.

Divê her kes di sala 36’emîn a vê pêngavê de xwedî li vê kok û xeta berxwedanê derkevin û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”

Leave a Reply

Back to top button