Li ber konseya Ewropayê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, Kurd û dostên wan li ber avahiya Parlamentoyê ya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, çalakiyek ku wê 3 rojan bidome dan destpêkirin.

Çalakgeran daxuyaniyek dan û tê de diyar kirin ku wê têkoşînê geş bikin.

Destpêkê Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û got: “Heta ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, wê çalakiyên me dewam bikin.”

Li ser navê Platforma Azadî Ji Bo Ocalan, Parêzer Omer Guneş jî axaftinek kir û got ku divê saziyên Ewropa, CPT, DMME, KE û NY ji bo rakirina vê tecrîdê, rolê xwe bilîzin.

Her wiha çalakvana TJK-E’yê Helen Dersim jî axivî û got.

“Heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Serok Apo, em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî bang li KE û CPT’ê kir û got: “Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê zextê li Tirkiyeyê bikin.”

Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî jî qala girîngiya Abdullah Ocalan a ji bo Kurdan kir û xwest ku tecrîd bi dawî bibe.

Back to top button