Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê tevliheviya ku çêbûyî şermezar kir

Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê tevliheviya ku piştî bûyera kuştina mamosta Nûra El Ehmed û zaroka wê derketiye, şermezar kirin.

Daxuyanî li navenda dîwanê ya Reqayê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Xwepêşandan, li gorî qanûnên hundirîn û navneteweyî mafê hemûyan e lê divê rêxê ji vê mafê re bê girtin û bi awayekî rast were bikaranîn.

Kesên ku di xwepêşandanê de derketine armanca wan têkbirina aramiya bajêr bû, ji ber ku xwepêşandan veguherî tevliheviyê.

Em li kêleka daxwazên gel ên li gor zagonan in, di heman demê de em gel hişyar dikin ku nekevin pey fîtneyan ku aliyên li dijî projeya neteweta demokratîk derdixin holê û bi wan nexapin.

Em xwedî li berpirsiyariya xwe ya parastina herêmê derkevin.

Em ê hesabê ji kesên ku zirar gihandine milkên giştî û tevlihevî çêkirine, bixwazin.

Back to top button