“Divê hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike”

Şêniyên gundewarê Dêrazorê diyar kir ku nêzîkbûna di navbera Hikumeta Şam û enqera dikeve xizmeta projeya dewleta Tirk de .

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya rojhilatê Dêrazorê Mûna El Iwêd got:

“Nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê ne matiqî ye..

Nakeve xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê..

Têkiliya xwe bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê re tune ye.”

Mûna destnîşan kir ku ev nêzîkbûn dikeve xizmeta projeya dewleta Tirk de ..

Welatiyê bi navê Yehya El Merî yê ji rojhilatê Dêrazorê jî got:

“Armanc ji civîna ku bi navbeynkariya Rûsyayê hatî lidarxistin, kûrkirina aloziya Sûriyeyê..

Derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e..”

El Merî bang li hikumeta Şamê kir ku bila berê xwe bide Rêveberiya Xweser..

Back to top button