Şandeya Partiya Komûnîst a Hevgirtî a Sûrî bi MSD’ê re civiya

Şandeyeke Partiya Komûnîst a Hevgirtî ya Sûriyeyê serdana avahiya MSD`ê ya li Hesekê kir.
Ev cara yekemîn e ku hevîditneke wisa pêk tê.

Şande ji aliyê endamên Desteya Rêveber a MSD , hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan, mijarên girêdayî sûriyiyayn, astengî û zehmetiyên ku derdikevin nîqaş kirin.

Her wiha teqezî bi pêkanîna xebatan ji aliyê hemû hêzên demokratîk ên niştimanî yên Sûriyyeyî hat kir..

Di encama nîqaşan de her du aliyan di gelek xalan de li hev kir..

Teqezî bi pêwîstiya berdewamkirina mîna van hevdîtinan kirin.

Endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Komûnîst a Hevgirtî ya Sûriyeyê Milewel El Hisên axivî û got:

“Aloziya Sûriyê yan jî azarên sûriyeyiyan divê bi rêya diyalogê bi dawî bibin.”

Di hevdîtinê de, hemûyan ragihand ku ew wefadarê welatê xwe Sûriyeyê ne.

Amade ne ku tev li diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî bibin. Ji bo ku ev azar bi dawî bibin.”

Back to top button