Jinên Ereb daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocelan kir

Jinên Ereb diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji bo çewisandina gelên herêmê ye.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Leyla Mihemed dibêje :

“Sûcên ku li dijî rêber Abdulalh Ocalan têne kirin li dijî hemû peyman û qanûnên navneteweyî ne ..”

Endama Nivîsgeha Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatma Beko jî got :

“Dewletên komploger xwest îradeya jinên bi ramanê rêber Ocalan bawer in, bişikînin. ”

Welatiya bi navê Eyşe El Bekir a ji bajarê Reqayê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî exlaq û qanûnan e..

Berdevka Jinan a Meclisa Gundewarên Rojava ya Dêrazorê Bidûr El Hecer got:

“Bi saya rêber Abdullah Ocalan jinan mafên xwe bi dest xistin..”

Hevseroka Komîteya Bazirganî ya Rêveberiya Sivîl Alya El Ehmed jî da zanîn ku tecrîd di çarçoveyeke plankirî de tê ferzkirin..

Her wiha hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrazorê Sumeya El Elî daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir ..

Back to top button