15 Jin û 32 zarokên li kampên herêmê radestî Fransayê hatin kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 15 jin û 32 zarok ji Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî radestî Fransayê kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ragihand ku doh şandeyeke Frasnî serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û li bi war re li Qamişloyê civiya.

Cîgirê hevserokatiya Daîreyê teqez kir ku ew ê hevkariya Fransa û hemû welatên ku hemwelatiyên wan yên DAIŞ’ê li herêmê hene bikin.

Her wiha Stîvan Romatiya ku serkêşiya şandeyê dikir, sapsiya Rêveberiya Xweser li ser alîkariya bi wan re kir.

Dawiya civînê de daîreyê 15 jin û 32 zarok ji Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî radestî şandeye Fransayê kir.

Back to top button