Fransa cezayê girtina 18 salan li DAIŞiyekî birî

Fransa cezayê girtinê yê 18 salan li çeteyekî frnasî yê ku li Sûriya û Iraqê di nava DAIŞê de şer kiriye, birî

Çeteyê bi navê Jonthan Jeffrey, di nava refên DAIŞê de şer kiriye û destê wî di êrişên li Ewropayê de jî heye.

DAIŞiyê ku ji sala 2017an ve hatiye girtin, di rojên dadgehkirinê daxwaza cezayê girtinê yê 30 salî lê hat kirin.

DAIŞiyê fransî ew û hevjîna xwe Letîfa Şadiya sala 2015an berê xwe dane Sûriyê da ku tevlî nava DAIŞê bibin.

Li tenişta dadgehkirina herdû hevjînan, dayîka çete Jeffrey bi tawana şandina pereyan bo lawê xwe, li pêşiya dadgehê ye.

Çeteyê girtî mikur hat ku DAIŞ plan dikir komkujiyan li Fransyê çêbike û stasyoneke nuklerî li wî welatî biteqîne.

Back to top button