OMER OCALAN: OCALAN MORA XWE LI DÎROKÊ DIDE

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û Parlamentera HDP’ê Saliha Aydenîz girîngiya peyama dawî ya Rêber Ocalan nirxandin. Parlamenteran diyar kirin ji bo ku li Tirkiyê demokrasî û aştî çêbibe, divê dewlet bi awayekî cidî nêzî banga Ocalan a ji bo aştiyê bibe. Parlamenteran gotin: ” Eger derdekî desthilatê yê bi hev re jiyana gelan heye, divê vê peyama Ocalan baş bixwîne. “

 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan çûn û hatina ne bi rêk û pêk a hevdîtinên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re nirxand.

Omer Ocalan destnîşan kir ku wê ev helwesta dewletê ji aliyê gelê kurd ve neyê qebûlkirin.

Ocalan diyar kir ku divê hevdîtinên malbat û parêzeran bi awayekî rêk û pêk bêne kirin û got:

“Hêzên şerxwaz, dixwazin tecrîda li ser Ocalan bidomînin.

Dev ji tecrîdê berdin, ji bo ku Ocalan di pêvajoyê de hîn bandortir be û rola xwe bilîze divê qad jê re bê vekirin.

Çareseriya Pirsgirêka Kurd bi têkiliya bi rêk û pêk a bi Ocalan re derbas dibe”

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên Tirkiyê yen li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî û wiha bi dawî kir:

“Ji bo li vî welatî demokrasî û aştî çêbibe, divê dewlet bi awayekî cidî nêzî banga rêzdar Ocalan bibe.

Li gel tecrîda 20 salan jî Ocalan rola xwe dilîze û mohra xwe li dîrokê dide.”

 

AYDENÎZ: DIVÊ EV BANGA OCALAN NEYÊ PAŞGUHKIRIN

http://mezopotamyaajansi14.com/kr/HEM-NCE/content/view/65920

Parlamentera HDP’ê Saliha Aydenîz jî peyama Ocalan a çareseriyê weke nîmeteke ku nayê dîtin bi nav kir.

Saliha Aydenîz bi bîr xist ku eger derdekî desthilatê yê bi hev re jiyana gelan heye, divê peyama Ocalan baş bixwîne û got:

“Divê bersiva bangên çareseriyê yên Ocalan bê dayîn.

Heke li vî welatî aştî ji dil tê xwestin; divê banga Ocalan ku bi milyonan kes wî weke vîna xwe dizane neyê paşguhkirin. “

Leave a Reply

Back to top button