Firina navendî ya Tebqayê dest bi xizmetê dike

Komîteya Aboriyê ya Tebqayê projeya firina navendî ya bajêr ji nû ve bi alavên pêşketî sererast kir .

Komîteya Aboriyê ya Tebqayê projeya ji nû ve avakirina firina navendî ya Tebqayê bi dawî kir.

Armanc ew e ku rewşa nan di aliyê hejmar û kalîteyê de were başkirin û pêwîstiya şêniyan were pêşwazîkirin.

Li gorî Rêveberiya Firinan, lêçûna projeya ku 11’ê Tebaxa 2021’an dest pê kiribû nêzî 274 hezar dolar e .

Dê xebat li ser du beşan be û rojane 10 ton nan bê çêkirin.

Hevserokê Rêveberiya Firinanê Mihemed El Meter diyar kir ku firin niha di ceribandinê de ye û dê çend rojên di bikeve xizmetê.

Çeteyên DAIŞ’ê di dema dagirkirina bajarê Tebqayê de alavên firina navendî ya bajrê dizîn, firin teqandin û rûxand.

Back to top button